Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberên Kurd rojane dibne qurbaniyê peyda kirina pariye Nan

13:03 - 16 Gulan 2020

Roja 14 ê Gulana 2020 an hejmarek ji kolberên Kurd li ser tixûbê Çaldiranê, nêzîkî gundên Madlû û Wekîl, kevtne nava boseya hêzên çekdare Îranê û teqa rase rast ji wan hate kirin ku di encamê de 3 Kolber bi giranî birîndar bûn.

Ev Kolberên Kurd bi wan navane hatine naskirin: Riza serşîrî, Menaf Hesenzade, Bêhzad remezanî, û ev her sêk Kolberên Kurd xelkê Gundê Wekîl in û bona nojdariya pizişkî bo navendên dermanî hatine hinartin.

Her di vê derheqê de roja 13 ê Gulanê jî Kolberekî Kurd bi navê Kamiran Mewlaniya kurê Simaîl, temen 22 salî, xelkê gundê Gevelana Serdeştê, kevte ber desrêja gulên hêzên Intizamiye Îranê û canê xwe ji dest da.

Herwisa Roja Înê 15 ê Gulanê jî, bi hegera kevtina nava Boseya Hêzên Sipaha Pasdaran kolberekî Kurd bi navê Aram Mewlewî temen 25 sal kevte nava Çemê Gader û canê xwe ji dest da.

Ev Kolberê belengaze kurd tewî çend kes ji Kolberên dinê dema ku dikevne nava kemînê, bo evê ku xwe xilaskin û nekevne dest hêzên Sipahê, direvin ku Aram kevte nava Çemê gader û xendiqî.