
Êvara roja Duşemî 25ê Tîrmehê kolgeha gaza “Kormor” a Herêma Kurdistanê bû bi armanca êrîşên mûşekî.
Li derheq vê êrîşê de Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek ragihandiye, di encama vê êrîşê de ti xisarek canî û malî tune bûye û ti bandorek nexistiye li ser berhemanîna gazê di vê kolgehê de.
Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ev êrîş şermezarkiriye û ragihandiye ku, ev çendîn carin jêrxanên medenî yên Herêma Kurdistanê dibin armanca girûpên çekdar yên ne yasayî.
Herwisa Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ev êrîş şermizarkir û ji hikûmeta Fedral daxwaz kir ku rêkarên hewce bo sînordarkirina êrîşên wiha.
Hevdem Perlemana Kurdistanê jî ev êrîş şermezar kir û ji hikûmeta Îraqê daxwaz kir ku pêbend bin bi hevahengiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îraqê de. Herwisa daxwaza destbiserkirina vê girûpê kiriy ku ev êrîşa han encam daye.
Di meha “Hezîran û Tîrmeh”a îsal de ev çaremîn care ku kolgeya Kormorê dibe armanc.
Kolgeya Gaza Kormor di sala 2007an bona geşedan û berhemên neftî yên Herêma Kurdistanê hatiye avakirin.