Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koma “Dîlan Urmiye” carek din di asta cîhanê de serkevtin bi dest anî

13:28 - 31 Tebax 2021

Koma hunerî û çandiya,“Dîlan Urmiye” carek din karî di asta cîhanî de serkevtinan bi dest bîne û di 2 festîvalên cîhanî de pileya yekem bi dest bixe.

Koma çandî û huneriya “Dîlan Urmiye” karî di asta cîhanê de û li 2 festîvalên navnetewî, pileya yekem bi dest bîne, ew girûpa hunerî bi beşdarî kirin di Festîvala “Balkêşên Emerîkayê” li bajarê “Meyamê” ya Amerîkayê û festîvala “Esmana Avustralya”yê li bajarê“Sîdinî” yê digel koma muzîka zindiya Kurdî serkevtinek din tomar bike, ev 2 festîvalane bi sedema belavbûna vîrosa Koronayê bi awayê “Online” hatibûne lidarxistin.

Eva yekemîn car nîne ku ew koma hunerî wiha dibe xwediyê serkevtinan û pileyên bilind di asta cîhanî û navxweyî de bi dest tîne.

Di Newroza sala 1397an de bo yekemîn car li festîvala bajarê “Baney”ê beşdarî kiribû û di sala 1398an de carek din bo festîvala “Bane”yê hate hilbijardin û karî pileya Sêyemîn bi dest bîne.

Koma Dîlan li demsala Havîna sala 1398an di welatê “Ermenistanê” de karî di beşên dîlan, mûzîk û herwisa stranbêjiyê de  peleyên yekem bi dest bîne û li sala 1398an di festîvaleke hunerî li welatê Îspaniyayê karî pileya duyem bi dest bîne.

Ev kome di sala 1400`an de, bi awayekî fermî bû bi endamê Encûmena Folklorî ya Ewropayê.

Koma “Dîlana Urmiyê” di sala 1396an li bajarê Urmiyê ji aliyê çendîn xortên bajarê Urmiyê ve hatiye ava kirin.