Koma “Dîlan Urmiye” li welatê “Spaniyayê”di nav 18 girûpan de karî pileya Duyem bidest bixîne.
Roja Duşemî 20`ê Hezîranê koma “Dîlan Urmiye” li ser gazîkirina fermî, bona beşdarîkirin di festîvala folklor a bi navê “Sea Sun” ya li bajarê “Barsêlon” ya welatê “Spaniyayê”.
Piştî derbasbûna du rojan li ser birêveçûna vê festîvalê û pêşkêşkirina hunera girûpên beşdarbûyî, koma “Dîlan Urmiye”di nav 18 girûpên din de, karî pileya duyem a festîvala folkilora “Barsêlon” a “Spaniyayê” bidest bixîne û bibe xwediyê bawerînameya dîploma wê festîvalê.
Koma “Dîlan Urmiye” li sala 2017`an ji aliyê çend ciwanên bajarê “Urmiyê” ve hatiye damezrandin, û heta niha di çendîn rêûresim û festîvalên navneteweyî û navxweyî de beşdarîkiriye û kariye bibe xwediyê pileyên 1 heta 3ê, bo mînak li duyemîn festîvala navneteweyî a “Meyamyî” ya “Amerîka”yê, “Sîdîniya” “Ostiraliya”yê, festîvala navneteweyî a “Ermenistan”ê, û festîvala navneteweyî a “Sea Sun” li “Spaniya”yê û … hwd de beşdar bibe.
Herwisa koma “Dîlan Urmiye” endamê fermî ya Encûmena Folkora Ewropayê ye.