Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koma govendê ya “Dîlan Urmiye” bû endamek fermî yê Komeleya Folklorê ya Ewropî

13:16 - 17 Kanûna Paşîn 2021

Komeleya Folklorê ya Ewropî koma govendê ya “Dîlan Urmiye” bi awayê fermî kir bi endamê xwe.

Koma govendê ya “Dîlan Urmiye” di Adara sala 2009`an de hate avakirin û di gelek merasim, şahî û boneyan de beşdarî kiriye û di van boneyan de pile jî bi dest xistiye, koma govend ya “Dîlan Urmiye” bi kincên xwe yên Kurdî û bi goveng û dîlanên xwe bûye sedema dilxweşiya xelkê û alîgirên xwe.

Girûpa Dîlana Urmiye, li çendên festîvalê derveyê Îranê de jî beşdar kiriye û li Havîna sala 1398`an de di festîvala navnetewî a “Ermenistan”ê de li beşa mûzîk û govendê, pileya 1`emîn bi dest xwe ve anîbû.

Herwisa wê girûpa çandî û hunerî, di meha Xexelwera sala 1398`an de beşdarî li festîvala mezin li bajarê torîstî yê “Yort Dimar” a Barsêlon a Îspaniyayê kiribû ku pileya 2`emîn di wê festîvala navnetewî de bi dest xwe ve anîbû.

Koma Dîlan a Urmiye hewil dide ku folklor û dîlana Kurdî bi awayekî cuda bide nasandin û bala neyaran bikşe ser wan û ji her aliyekê ve li hember berjewendîxwazan bide parastin.