Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Azerbaycanê niv ton madên hişber li kamiyoneke Îranê de peyda kirin

13:06 - 21 Îlon 2021

Hêzên Komara Azerbaycanê li gumirîka Pîlesiwar a Parêzgeha Erdebêlê di kamiyoneke barî de ku hilgirê bar bo welatê Lêtoniyê bû, zêdetir ji niv ton hêroîn peyda kirin.

Îdareya Gumrik a Komara Azerbaycanê ragihandiye: “Kamiyoneke barhilgir a Îranê ku ji gumirîka Pîlesiwar a parêzgeha Erdebêlê dixwest baran bo welatê Lêtoniyê bibe, di gumrika Azerbaycanê de ragirtine û di wê kamiyonê de 527 kîlo Hêroyîn di 105 pakîtan de peyda kiriye û ajotvanê vê ku kesekî Îranî ye binçav kirine”.

Ev barê madê hişber bi rêya seyê perwerdekirî yê Polîsê komara Azerbaycanê  di gumrikê de hatiye peydakirin ku ev hêroyîn li nav barê madên kîmiyayî û madên din ên hişik de hatibû cihkirin.

Îsal li gumrîka Astarayê, carekê 213 kîlo hêroyîn û carekê 107 kîlo hêroyîn di kamiyonên Îranê de peyda kirine ku dixwestin bo welatên “Ukrayn û komara Çêk”ê bişînin lê ji aliyê Polîsên Gumrika Komara Azerbaycanê ve hatibûne peydakirin û li sala Derbasbûyî mezintirîn barê hêroyînê bo Qezaqistanê ku 305 kîlo hêroyîn bû, di wê gumrikê de hatibû peydakirin.