Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî gefan ji Amerîkayê dixwe

12:46 - 22 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Bi awayekî nerasterast, û ji riya yek ji fermanderên Spaha Pasdaran a terorîst, rejîma Îslamî gefan ji Amerîkayê dixwe, û ragehandiye jî ku binkeyên Amerîkayê wekî, goştê bin didana ye bo mûşekên Spahê.

Pasdar Emîrelî Hacîzade, “Fermanderê Hêza Hewa Feza” yê Spaha Pasdaran a terorîst, şeva Çarşemî rêkefta 30`ê Xezelwerê (21`ê Çiriya Paşîn)  di bernameyek televîzyonî de, bas ji bihêzbûna mûşekên rejîmê kir û ragehand jî: Em gellek bi hêsanî dikarin hemû binkeyên Amerîkayê yên herêmê wekî, “El-Edîde, Zefire, Qendehar û hemû Gemiyên balafirhilgir yên di Kendav(Gulf) û behra Umanê de bikine armanca êrîşên xwe”.

Herwisa di beşeke din a axavtinên xwe de, bas ji vê jî kiriye ku, mûşekên me yên li ser behrê  heya 700 kîlometreyan dipêkin û bi hêsanî jî dighîjine armancên me, û her bi vê sebebê ye jî ku, Amerîka her herketekê li dijî me encam bide emê êrîşî ser bikin.

Ev axavtinên navbirî di demekê de ye ku, Amerîkayê givaşên xwe yên lidijî komara Îslamî bi awayekî tewaw hişk kirine.

 Her di vê pêwendiyê de jî, “John Bolton” şvêrmendê ewlehiya nîştimanî yê Amerîkayê di heyama hefteya borî de, ragehandibû ku, emê bi qasî givaşên xwe yên lidjî rejîma Îslamî  zêde bikin , ku dengê hûrbûna hestiyên Îranê bibîhîsin.

Welatên Rojava û bi taybet berpirsên Amerîkayê ,bernameyên mûşekî yên komara Îslamî wekî gefên micid lidijî ewlehî û aramiya herêmê dizanin, û her di vê derheqê de jî,  Amerîkayê ragehandiye ku, hekî lihevkirineke nû digel Îranê bê vajokirin, hewceye bernameyên mûşekî yên rejîma Tehranê jî yek ji wan xalan bin.

Di heyama Rezberê de jî, “Florence Parly” Wezîra Berevaniyê ya Fransayê ragehandibû ku, berhemanîna mûşekên balistîk, ji aliyê rejîma Îslamî ve, gefeke micide û dibe pêşî pê bê girtin.