Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî ya Îranê berhemhînerê sereke yê diyardeya bidarvekirinê ye

13:30 - 28 Hezîran 2014

Mihemedsalih Qadirî

Cihê mixabiniyê ye ku di sedsala 21’an de, mirov bas ji diyardeyekê bike ku çavkaniya wê vedigere bo kultureke paşvemayî, û dab û nerîteke kevneşop ya çend sedsalên derbazbûyî ji dîroka mirovahiyê, û cîbicîkirina wê diyardeyê jî, di vê serdema jiyana mirovahiyê de, cihê şermezariyeke mezin e bo civaka cîhanî.

Herçend di piraniya welatên cîhanê de, îdam bi yasayê hatiye qedexekirin, lê di welateke dîktator a wek Îranê de, xelk di destê wê de dinalînin, û tu nîşaneyek rohn ji kêmkirin û nemana wê nahê xûyakirin.

Di Îranê de roj nine ku guhê me li peyva îdamê nebe, û bi bihîstina vê peyvê em neveciniqin. Diyardeya Îdamê bo Komara Îslamiya Îranê, bûye kareke asayî û rojane ku ji aliyê rejîmê ve jêre kultursazî tê kirin û bi komkirina xelkê di dema cîbicîkirina hukmê îdamê, û lênihêrîna wan dîmenên diltezîn, hesta mirovdostî û jiyan heziya xelkê bi tewahî diherifînin û wan berbirûyê nexweşiyên derûnî dikin. Encama vî karê kirêt ew e ku mixabin rojane em şahidê xwe xendiqandina xelkê medenî ên Îranê û rojhelata Kurdistanê dibin ku di temenê navbera 15-70 saliyê de bi sedemên curbicur xwe dixendiqînin û rojane ew rêje zêdetir jî dibe, û civak bi tewahî tûşî şok û ne aramiya civakî dibe.

Ew kar selmînerê vê rastiyê ye ku rejîm bi sedema tirs û nîgeraniya ji radebider ji deshilata xwe, hawara xwe dibe ber kiryarên weha emniyetî, derheq hemwelatiyan, û dixwaze ku bi ew qasê dîktatorî, û tundûtîjiyê, li dijî cudabîran û dijberên nîzama xwe dirêjiyê bide cinayetên xwe.

Ji aliyekî din ve ew pêla bidarvekirinan, vê rastiyê nîşan dide ku li rejîma Îranê de eva tak nînin ku di dema wergirtina berpirsayetiyên hikûmetî de, tevî diruşm û sozên xwe ku di dema hilbijartinê de, didin xelkê, bikarin guhertinekê di jiyana vî xelkî de pêk bînin, belkû eva ew yasayên neguher hukm dikin ku bingeha wan li ser yasayên esmanî û dab û nerîtên civaka paşvemayî, hatine danîn û ji aliyê karbidetsên wê rejîmê ve birêve diçin.

Di rewşeke weha de ne tenê çavnihêriya vê yekê ji rejîmê nahê kirin ku dilê wê, bi halê çarenûsa bendkiriyên siyasî ên Îranê bi giştî, û Kurdistanê bi taybetî bişewite, belkû ji bilî girtiyên siyasî, pakane hisabê di gel xelkê asayî û kasibkarên li ser sînorên destçêkirî, û heya di gel pez û ajelên wan jî, bi taybetî devaran, bi hêcetên curbicur dike, û reşekujî û terorê encam dide.

Ew karên wan jî, ne tenê her nîşaneya seqamgîrî û hêza vê rejîmê nine, belkû nîşana tirsa vê rejîmê ji pêşeroja lerzok û biyom ya wî bixwe ye.

ji aliyekî din ve jiber ku felsefeya hebûna vê rejîmê li bingeh de, di gel azadî û mafên mirov ne teba ye. Serbarê hebûna endametiya Îranê li peymannameyên navneteweyî ên mafê mirov û peymannameyên din ên navneteweyî de, ku herçend li heyama 35 sal deshilatdariya vê rejîmê de, heya niha ne tenê bandoreke wisa li ser kiryarên dijî gelî ên vê rejîmê, derheq hemwelatiyên xwe de nebûye, heya di gellek qonaxan de bi sedema sat û sewdayên bazerganî û berjewendiyên aborî ên civaka navneteweyî di gel Îranê, xelkê Îranê zêdetir ji her demekê baca binpêkariyên vê rejîmê di warê mafê mirov û pîwer û pirensîpên wê de dane.

Ji aliyekî din ve mixabin ne tenê Komara Îslamiya Îranê çi yek ji wan peymananmeyên ku wajo kirine, cîbicî nekirine, û ji aliyê civaka cîhanî ve jî, neketiye bin zexteke wisa, bona girêdayîbûna bi van peymannameyan, lewra ew rejîma dijî gelî di kiryarê de, ne tenê bixwe pêbend bi berçavgirtina van pîvanên navneteweyî ku pêwendîdar bi mafên mirovan in, nezaniye, belkû heya bi kiryar jî, di rastaya dijayetîkirina van yasa û risayan de jî kar kiriye, û heya gellek caran rê nedaye, ku raporthinêrên NY bo mafên mirovan serdana Îranê bikin û ji nêz ve radeya binpêkariyên mafên mirovan ji aliyê vê rejîmê ve binirxînin.

Lerwa pêkanîna rewşê ji bo karê hevpar bo herifandina vê rejîmê û cihgirkirina sîstemeke demokratîk tenê çareser e bo rizgariya yekcarî ji destê van bedbextiyan.

Di rewşeke wisa de erka herî sereke li ser milê aliyên siyasî di vê derheqê de, ew e ku bi yek gotareke siyasî, yan tevî eşkerekirina kiryarên ne mirovî yên Komara Îslamî li bîr û raya giştî ya cîhanê de, û handana rêkxirawên mirovdost ji bo xwedî derketina ji kerameta mirovan, û bi cî gehandina erka exlaqî ya xwe, derheq bi sedan bendkiriyan, û bi milyonan mafbinpêkiriyên Îranî, tekoşînê bikin û dijayetiya di gel Îslamê bi her şêweyekê ku ji dest wan tê, bêxin nav mêjyê her takeke civakê, ji karê siyasî yê hizbî re veguhêzin bo nav civakê, û bi vî karî çanda dijî îdamê bibe armanca xebata demokratîk û rizgarîxwaziyê li pêxema hiloşandian vê rejîmê, û binbirkirina yekcarî ya îdamê.