Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî ya Îranê û roja nûçegihan

13:59 - 11 Tebax 2014

Şehab Xalidî

Cuda ji roja cîhanî ya nûçegihanan, ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve jî, roja 17’ê Gelawêjê roja ku nûçegihanê “Îrna”yê, bi navê Mehmûd Sarimî li Mezar Şerîf a Efxanistanê de, ji aliyê Taliban ve hate kuştin, weke roja nûçegihan hatiye binavkirin.

Diyarîkirina rojekê weke roja nûçegihanan ji aliyê rejîma Îranê ve, di demekê de ye ku nûçegihan di Îranê de nikarin bi awayekî serbixwe û bê alî kar ji bo dana zanyariyên durust bi civakê bikin, û berevajî neçar in ku di çarçoveya siyasetên rejîma Îranê de kar û çalakiyên xwe berdewam bikin. Wate di çarçoveya vê sîstemê de ew bi tu awayî nikarin çavdêriyê bi ser kar û erkên nawendên dewletî de bikin, û zanyariyên durust bigehînin hemwelatiyan, ku eva jî binpêkirina bi eşkere ya mafên yasayî û pîşeyî yê nûçegihanan e.

Herwisa rejîma Îranê ne tenê nûçegihanan dixe girtîgehê de, belkû zext û givaşê dixe ser malbatên wan jî, bona vê ku wan neçar bike ku yan dest ji karê xwe hilgirin, yan jî li gorî xwestekên wan kar bikin, lewra Îran her sal ji aliyê raporthinêrên bê sînor ve weke meztirîn girtîgeha nûçegihanan tê binavkirin, û navê Îranê jî di gel navê welatên weke Somalî, Sûriye û Pakistan û Çînê tê.

Zext û givaş bo ser nûçegihanan bi taybetî di dema serkmariya Ehmedînijad de gihabû astekê ku heya rehm bi “Civata Sinfî ya Rojnamevanan” jî nekirin, û li jêr zexta dezgeha dadweriyê de, ew civat hate daxistin, û di cihê wê de “Civata Sinfî ya Nûçegihanan û Rojnamevanan” hate avakirin, ku ew civat bi tewahî li jêr çavdêriya dewletê de bû, û nedikarî bi awayekî serbixwe kar û xebatê bike.

Herçend piştî bidawîhatina serkomariya Ehmedînijad û hatina Rûhanî bo ser kursiyê serkomariyê, gellek ji dengderan bawerî bi sozên Rûhanî kirin, û hêvîdar bûn bi vê ku rêz ji xebata nûçegihanan bê girtin, û azadiya bîr û ra derbirînê nehê astengkirin, û bi çavekî emniyetî ve ji kar û pîşeya nûçegihanan nehê nihêrîn, lê Rûhanî bixwe di rapora 100 rojî ya xwe de ragehand ku wî di hinek biyavan de deshilateke tewaw tuneye, ku ew yek nîşan dide ku biryarderê sereke di Komara Îsamiya Îranê de tenê weliyê feqîh e.

Ku wisa bû erkên li ser milê nûçegihanan di Îranê de gellek girantir e ji erkên li ser milê wan nûçeghanên ku di welatê xwe de azad in. Di Îranê de nûçegihan dibe amade bin ku ji bo azadiya di karê xwe de, nirxên giran weke girtin, darvekirin û bêserûşûnkirin û îşkenceyê jî qebûl bikin, ku bê guman di sedsala 21’an de, reftarekî bi vî rengî tenê kêrî bejn û bala vê rejîmê tê.

Lewra hewce ye hemû tex û qatên welat jî li hemberî zexta li ser nûçegihanên welatê xwe de, bêdeng nemînin, û bi her awayekî ku ji dest wan tê, piştevaniya wan bikin, jiber ku azadiya rastîn û berdewam, bi yekîtiya di navbera hemû tex û qatên civakê di hemû astekê de, dikare bigihîje encamê, û tenê wê demê ye ku nûçegihan wê bikarin bêhnek azad hilmijin, bi azadî hizir bikin, û bi azadî û bi çavekî rexnegirane çavdêriyê bi ser kar û kiryar û erkên deshilatê de bikin, û bixwe bibin sedema jiyaneke baştir ji bo hemû hemwelatiyên welatê xwe.