Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Kurdistanê girr û tîn da Kurdistanê

17:32 - 18 Kanûna Paşîn 2022

Endam û alîgirên PDKÎ li berdewamiya çalakiyên banghêjiyê di Kurdistanê de bi awayekî berfireh çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê “Bokan”ê bi hilkefta hatina 2ê Rêbendanê li “Mîrava” yê ser bi Bokanê, Kerîze, Rêya Mehmûdava, Parka Sahilî, Feleka Mader, Taxa Qasimaxa, Feleka Fermandarî, Taxa Sahilî, Rêya Hesar, Pira Kose, seyrangeha Şaxereş” sedan tirakt belav kirine.

Herwisa bi şandina zêdetir ji 1500 kurtenaman pîrozbahiya 2ê Rêbendanê ji xelkê kirine.

Li bajarê “Mihabad”ê endamên PDKÎ li “Şarwêran, Kêçava û Gabazele” çalakiyên banghêjiyê lidar xistin.

Li bajarê “Bane”yê têkoşerên demokratê bo pîrozkirina cejina 2ê Rêbendanê alaya Kurdistanê û logoya Hêza Pêşmergê Kurdistanê li çiyayên wî bajarî bilind kirin.

Li bajarê “Seqiz”ê lawên Demokratê bi hilkefta 2ê Rêbendanê li gundên “Merxuz, Axkend, Yazî bilaxî, rêya Seqiz- Bokanê, nava bajar, taxa Salihava, Mizgevta Cam`I, Salihava, taxa 32 Metirî, taxa Hacîava, girê Şafi`î û nexwşxaneya Temîn Îctima`î” çalakiyên banghêjiyê lidar xistin.