Komarîxwazên Amerîkayê ragihandine ku di dema serkevtina wan bi ser Kongireyê de, ew dê rêgirî ji zindîkirina Bercamê bikin.
Beşek ji Komarîxwazên Amerîkayê bi belavkirina “Twitte”ekê huşdarî dane meclîsa rejîma Îranê ku ew di dema serkevtina wan bi ser Kongireyê de, ew dê rêgirê her cure lihevhatinek navkî ya dewleta niha ya Amerîkayê bin.
Komîteya lêkolînên Komarîxwazên Amerîkayê, “Twitt”eka serokê wê Komîteyê yê bi navê “Jim Banks”, wergêranê zamanê Farsî kirine û li ser tora civakiya “Twitter”ê belav kirine.
Di wê “Twitt”ê Komarîxwazan de hatiye: “Em bi nûnerên meclîsa rejîma Îranê re garantiyê didin ku di dema serkevtina me bi ser kontrola Meclîsa Nûneran de, emê bo hilûşandina zindîkirina Bercamê ya bi destê “Joe Biden” û sepandina givaşên herî zêde, hemû şiyan û hêza xwe bixine kar”.
Rejîma Îranê bo zindîkirina Bercamê çendîn hêlên sor diyarî kirine ku yek ji wan mercan, derxistina navê Spaha Pasdran ji listê girûpên terorîstî ye û heyamek e ku berpirsên Amerîkayê li ser vê mijarê gengeşeyan dikin.
Komarîxwazên Amerîkayê dijayetiya her cure lihevkirinekê digel rejîma Îranê dikin û ragihandine ku eger navê Spaha Pasdaran ji lîstê girûpên terorîstê bê derxistin, ew wekî xiyanet bi hevpeymanên Amerîkayê ye.
Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden”, Spaha Quds a Spaha Pasdaran bi terorîst binav dike.