Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komarîxawzên Kongireya Amerîka li hember biryarnameya serketina “Joe Biden” rawestan

12:04 - 9 Kanûna pêşîn 2020

Rêberên Patiya Komarîxwaz li Kongireya Ameîrka, li hember biryarnameya ku tekesiyê li ser serkevtina “Joe Biden” weke Serkomarê hilbijartî yê Amerîkayê dike, rawestan.

Pêka nûçeya “CNN”ê, ew nûtirîn kiryara Komarîxwazên Kongireya Amerîka bona nepejirandina encama hilbijartinên Serkomariya Amerîkayê ye ku li 3ê November bi rê çû bû.

Wê derheqê de yasadarêjên payebilind yên Komarîxwazan di hember biryarnameya ku “Joe Biden” wekî Serkomarê hilbijartî yê Amerkayê dide xuya, rawestane.

Piştî bi dawîhatina Hilbijartina Serkomarî li Amerîkayê, Serkomarê Amerîka “Donald Trump” dide zanîn ku li wan hilbijartinan de sextekarî hetiye kirinê û heta ji aliyê yasayî ve ew hilbijartin neyê erêkirinê, ew encama wê hilbijartinê qebûl nake.

Herwisa Komarîxwazan çendîn caran bas ji destêverdana rejîma Îranê di wan hilbijartinan de kirine û hêj rohn nîne ka Dezgeha Dadweriya Amerîka dê çi biryarekê li ser wê hilbijartinê bidin.

Piraniya welatên cîhanê, wekî Serkomarê nû yê Amerîkayê peyamên pîrozbahiyê  bo “Joe Biden” şandine.