Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûn a ji 10 kesan pitir qedexye

14:01 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2020

Kombûna 10 kesan zêdetir be, di bajarê Tehraê de hatiye qedexekirn

Pêka raginadinên rejîma Îranê, kombûna zêdetir ji 10 kesan di bajarê Tehranê de qedexeye û nabe xelk ji 10 kesan zêdetir li dewra hev kom bibin û pêka ragihandinên rejîmê, ew biryar seba kontrolkirina vîrûsa Koronayê hatiye dan û berê jî Fermandeyê Sitad a Birêvebirina Korona yê di bajarê Tehranê de “Elîriza Zalî” ragihandibû ku, kom bûna xelkê zêdetir ji 10 kesan qedexeye.

Ew birayara rejîma Îranê ku naxwaze xelk ji 10 kesan zêdetir li dewra hev kom bibin û qedexeye, ti binyateke zanstî bona pêşîgirtin ji belavbûna Vîrûsa Koronayê tinine û pitir nîşan ji tirsa rejîma Îranê ji kombûnên xelkê neraziye.

Fêl û çewtekariyên rejîma Îranê bi qasekî hovanene ye ku, heya lîstin bi canê xelkê jî bo xwe rewa dibîne heya bikare temenê rejîma zulm û zordariya xwe dirêjtir bike.

Rejîma Îranê bi qasekî xelkê Îranê tepeser û ji jiyanê bêparkiriye ku niha ji her kombûneke wî xelkî tirsiyaye û bi hêceta Korona yê, kombûna ji 10 kesan zêdetir qedexe dike.