Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûn û xwenîşandanên nerizayetî yên Mamostayan berdewam in

12:06 - 1 Çirriya pêşîn 2021

Xwenîşandanên nerizayetî yên Mamostayan di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bo bidesxistina maf û dawazên xwe heyameke zêdeye ku berdewam in.

Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li derheq rewşa jiyan, kêmbûna qasa mûçe, nedana mûçeyên wan û herwisa birêveneçûna terha %80,  kombûnên xwe berdewam dikin lê rejîma Îranê û “Saziya Bername û Budce”ya rejîma Îranê digel wê terhê dijayetî kirine û rê li cîbicîkirina vê terhê girtine û ti aliyekê pêwendîdar jî bersiva wan nedaye û eva jî bûye sedem ku mamostayên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwenîşamdanên xwe berfirehtir bikin û li ser daxwazên xwe micidtir bin lê bi tenê mamosta nînin ku dengê nerizayetiya xwe bilind kirine belkî xizmekarên dibistanan jî tevlî vê xwenîşandanê bûne.

Di xwenîşandanên xizmetkar û pêrsonêlên dibistanan de li bajarê Kiyar a parêzgeha Çarmihal û Bextiyariyê, xwenîşanderan bi çendîn siloganên cuda nerizayetiya xwe li derheq rewşa jiyan û kêmbûna mûçeyên xwe nîşan dane.

Xwenîşandananên nerizayetiya mamostayan ji destpêka demsala Payîzê ve befirehtir û micidtir bûne û li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wekî bajarên “Kirmaşan, Dîwandere, Kûhdeşt, Meşhed, Hemedan, Qezwên, Zencan, Tewrêz, Qum, Kerec, Simnan, Sarî, Abadan, Erak, Şahrûd, Yezd û Erdebêl ” û çendîn bajarên din de bi rê ve çûne.