
Bi amadebûna berpirsên yekem ên aliyên siyasî yên Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê, kombûna Navenda Hevkarî bi rê ve çû.
Roja Sêşemî 2ê Xermanan a 1400a Rojî, kombûna Navenda Hevkarî bi amadebûna berpirsên yekem ên aliyên siyasî yên Navenda Hevkariyê bi rê ve çû.
Di destpêka kombûnê de ji aliyê berpirsê heyeta PDKÎyê ve bixêrhatina beşdarbûyan hate kirin û armanca wê kombûnê hate pêşkêşkirin.
Pişter Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ û berpirsê dewreyî yê Navenda Hevkariyê,“Mistefa Hicrî” mijarên baskirinê digel beşdarbûyan anîne berbas.
Piştî gengeşeya li ser her yek ji mijaran, çendîn biryar û pêsipartî hatine diyarîkirin û Nevenda Hevkarî hate erkdarkirin ku pêka wan biryar û pêsipartiyan erkên xwe cî be cî bike û rapora karê xwe bi kombûna Navenda Hevkariyê bide.
Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê
24ê Tebaxa 2021 a Zayînî