Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna nerizayetî di bajarê Ciwanro yê de bi rêve çû

13:55 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2020

Xelkê “Ciwanro” a girêdayê parêzgeha “Kirmaşan”ê, bi hegera nebûna xizmetguzariyên “Mesken a Mêhr” a wî bajarî, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Şeva Sêşemî, 21ê Tîrmehê, rûniştiyên “Mesken a Mêhr” a “Mewlewî” ya bajarê “Ciwanro”yê, bi sedema pirsgirêkên yeke yên akincîbûna “Mesken a Mêhr” û zêdekirina qerên mehane ya wamên wan, kombûneke berfireh a nerizayetiyê, lidar xistin.

Xelkê nerazî yên “Ciwanro”yê ragihandine ku, her çiqas ku qerê mehane yên wamên “Mesken a Mêhr” zêde kirine, lê hêj ew yeke yên akincîbûnê, tewaw nekirine û ji piraniya xizmetguzariyan bêparin.

Her çiqas xwediyên wan yekeyên akincîbûnê, berê li cem Parêzgarê “Kirmaşan”, Fermandar, şaredar û îdareya “Mesken” a bajarê “Ciwanro”yê, şikayet kiribûn û soza çareserkirina wê pirsgirêkê bi wan hatibû dan, lê niha jî, bi kiryar çi sozek nehatiye cîbicî kirin.

Berpirsên rejîmê di destpêkê de, gotibûne xelkê ku bo heçî yêke yekê dê 30 milyonan ji wan vergirin, lê niha xwediyên wan xaniyan dibe 45 milyonan pere bo her yêke yekê bidin.

Ewa di rewşekê deye ku, dibe ew xanî bi awayekî tewawkirî radestî xwediyên wan kiraban, lê pitir ji niveya wan xaniyan, hêj %50 karên çêkirina wan maye û xelk bi neçarî û bi perê xwe, wan çêdikin û heya kolanên wan cihan jî qîr nekirine.