
Kombûna nerizayetî ya kedkarên şirketa “Zerrîn Pûdr” û Şirketa “Heft Tepe” hatine lidar xistin û kedkarên nerazî li ser vergirtina bersivê ji berpirsan micidin.
Roja Çarşemî, 4ê Çirriya Paşîn, kedkarên şirketa “Zerrîn Pûdr” li ser hilveşandina şirketa wan ji aliyê îdareya “Çavkaniyên sirûştî” ya “Erdekan” a girêdayê parêzgeha “Yezd”ê kombûneke nerizayetiyê lidar xistin û dane xuya ku piştî hilveşandina wê şirketê tev kedkarên wê şirketê bêkar mane.
Herwisa kombûna nerizayetî ya kedkarên şirketa “Heft Tepe” berdewam e û daxwazên wan hêj nehatine cîbicîkirinê.
Berê çend kedkarên şirketa “Heft Tepe” ji aliyê rejîmê ve hatibûne binçavkirin û berdana wan kedkaran yek ji daxwazên wê dawiyê yê kedkaran e. herqiças ku rejîmê bi awayekî çewtekarane daye zanîn ku dê wan kedkaran berde, lê bo berdana wan kedkaran daxwaza barmiteyên 50 milyon tumenî kirine ku bi awayekî demkî bo heyamekî kurt wan kedkaran berdin.
Li ser wê mijarê kedkarên şirketa heft tepe dane zanîn ku armanca rejîmê ji binçavkirina wan kedkaran, tirsandina kedkaran e û hewla rejîmê bona tirsandinê dê bervajî bibe.