Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna nerizayetiya ajotvanên Otubûsên Xetê wahidê li Urmiyê

11:09 - 20 Kanûna pêşîn 2020

Di dirêjiya nerizayetî û mangirtinên qat û texên cuda cudaye Îranê de, ajotvanên Otubûsên Xetê Wahida bajarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê jî, dest kirne nerizayetî û mangirtinê.

Roja Şemiyê 19ê Kanûna pêşîn a 2020an, Ajotvanên Otubûsên Xetê Wahida bajarê Urmiyê li hember piştguh avêtina mafê xwe ji aliyê rejîmê ve, dest kirne mangirtinê û ragihandin ku heya daxwaziyên wan neyêne cîbicîkirin, ew dê Maşînên xwe razînin û kar nakin.

Ajotvanan ber derê şaredariya Urmiyê kombûn lidar xistin û dest kirne bi nerizayetiyê.

Ajotvanên Otubûsan li Urmiyê dibêjin birîna derd û êşa me geheştiye ser hestî, û tu kes ji berpirsên îdarên peywendîdar bersiva daxwazên me nadin, şaredarî Bîma ajotvanan nade, û dahata wan piştî hatina vîrûsa Koronayê gelek kêm bûye û kes peyda nabe guhê xwe bide derd û daxwazên wan.

Ajotvanên Otubûsan dibêjin: berpirsan hinde soz û qewlên direvîn dane me ku êdî em bêzar bûne.

Dehan Ajotvanan , Maşînên xwe yên Otubûs li dawî hêla rojava ragirtin û ragihandin êdî ew kar nakin heta ku daxwazên wan bi temamî neyêne cîbicîkirin.