
Sedan desfiroşên bajarê Sinê, bi nîşana nerizayetiyê ber derê Şêvra wî bajarî kom bûn û dest kirne bi nerizayetiyê.
Roja Şemiyê 19ê Kanûna pêşîn a 2020an, sedan destfiroşên bajarê Sinê bi nîşana nerizayetî li hember biryara deshilatdarên rejîmê li wî bajarî de, bona pêşî girtin ji kar û kasibiya xwe, li şeqama Firdusî û ber derê bînaya Şêvra Sinê kom bûn û dest kirne nerizayetiyê.
Şaredarî û Şêvra bajarê Sinê biryar dane ku pêşiya destfiroşiyê di nava bajar de bigrin.
Ewan destfiroşan di wê kombûna nerizayetiya xwe de daxwaza pêde çuna bi wê biryarê ji aliyê şaredarî û şêvra bajarê Sinê kirin.
Destfiroş dibêjin rewşa jiyana me gelek xirabe û me çi dahatekî dinê çinîne û kite rêka peyda kirina nanê me, destfiroşiye ku sibê zû heya şewê li ser şeqaman û li ser destê xwe tiştan difiroşin.
Di nava wan destfiroşande, kesên bêkare wisa hene ku xwediyê birwanama Lîsans û Foq Lîsansêne û bê kar û bê dahatin, bona peyda kirina nan yan divê destfiroşiyê bikin, yan kolberiyê bikin ku bikevne ber gullên hêzên rejîmê û bêne kuştin.