Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna nûnerê PDKÎ di gel 2 endamên Partiya Kesk a Alman

17:37 - 5 Adar 2020

Nûnerê PDKÎ di welatê Alman de, hevdîtinek digel 2 endamên Partiya Kesk a Alman, pêk anî.

Nûnerê PDKÎ di welatê Alamn de, “Mistefa Qazîzade”, di hevdîtina digel Cihgira Serokê Parliman û Endama Firaksiyona Partiya Kesk, “gilaw dYarot” û herwisa Endammekî Firaksiyona Partiya Kesk, “Omîd Nûrîpûr”, pêk anîn.

Di wê civînê de, Nûnerê PDKÎ, tevî baskirinek giştî li ser siyaset û armancên PDKÎ li ser pirsa Kurd di Rojhilatê Kurdistanê û pêşeroja Îranê û pirsa Federalîzmê, eşkere kir.

Herwisa hewlên PDKÎ di çarçêveya Kongira Netewên Îranê û çendîn hevpeymaniyên din, xiste ber bas, herwisa hevkariya nawxweyî ya Partî yên Kurdistanê di çarçêveya Eniyeke Kurdistanî de jî hate baskirin.

Nûnerê PDKÎ, li ser rola wêranker a rejîma Îranê di Rojhilata Nawîn de, axivî û riftara wê rejîmê, wekî gefeke mezin li ser aştî û demokrasiyê, eşkere kir.

“Qazîzade” di parek ji qotinên xwede, amaje bi rewşa niha ya mafê mirov di rojhilatê Kurdistanê de kir.

Li ser wê mijarê, rewşa aloz a welat, binpêkirina bê sînor a mafê mirov di dema tepeseriya hovane ya xwenîşandanên wê dawiyê û tepeseriya zêdetir ya gelê Kurd hate baskirin.