Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna sêyem a hunermendên Kurd di bajarê Hewlêrê de

11:06 - 14 Şibat 2020

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hunermendên Kurd bo cara sêyem kom bûn bi armanca avakirina yekîtiya netewî ya Kurd.

Roja Pêncşemî, 24`ê Rêbendanê, di civîna hunermendên Kurd de 50 hunermendên Kurd ji her çar perçên Kurdistanê beşdar bûn, ku hunermendên binav û deng ên wekî, Şivan Perwer, Diyar Dêrsimî û Xelîl Xemgîn jî di nav beşdarên civînê de bûn û daxwaza wan ji hunermendên Kurd eve ye:

"Divê hemû hunermend bo yekrêziyê bên gel hev"

"Hunermend milkê gel e ne yê hizbên siyasî ye"

Ew hunermendên Kurd derbarê armanca civînê de jî dibêjin, ew dê pêkanîna yekrêziya nav mala Kurd nîqaş bikin û wê şiyana hunermendan derxînin, û dibêjin: “Em dê rola xwe bilîzin bo ku sibê di hember dîrokê de, em şermezar nebin. Em dikarin vê sedsalê bikin sedsela Kurdan, lê divê her kes rola xwe bilîze. Eve erkê hunermendên ciwan e ku bo gihîştina bi wê armancê pêngavan bihavêjin.

Civîna yekem a hunermendên Kurd li Almanyayê û civîna duyem jî, li bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê pêk hatibûn û di wan herdu civînan de jî hejmareke zêde ya hunermendên Kurd beşdar bûbûn.