Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna xelkê Xûzistanê li hember pirsgirêka avê berdewam e

12:09 - 26 Gulan 2020

Hevwelatiyên parêzgeha Xûszistanê di heyama çend roj beriya niha de li hember pirsgirêka avê û direwên parêzgarê wê parêzgehê kom bûn û nerizayetiyên xwe nîşan dan.

Di wê xwenîşandanê de du kes ji xelkê sivîl yên nerazî ji aliyê hêzên întizamî ve hatine birîndarkirin.

Lê piştî çend rojan kombûna xelkê û nîşandana nerizayetiyan, hêşta jî pirsgirêkên wan nehatine çareserkirin û xelk bi berdewamî nerizayetiyên xwe nîşan didin.

Duh jî xelkê “Xeyzaniye” yên parêzgeha Xûzistanê li hember binkeya “Bihêzkirina Avê” ya “Nuzhe”yê li derheq nebûna avê û qewlên direw yên parêzgarê wê parêzgehê, kom bûn û  nerizayetiyên xwe nîşan dan.

Di nav wan xelkê nerazî de hevwelatiyek dibêje: “Xelkê av tine û min av tine û ez daxwaza mafê xwe dikim, lê meimûrên rejîmê tên û bi gulle bersiva me didin.”

Yek din ji wan xelkê nerazî jî hawar dike û dibêje: “Em çûne cem Bexşdar û ji me re dibêje herin rêyan bigrin û tekeran bişewitînin, bila navendên pêwendîdar bên û bersiva we bidin, lê em diçin piştre Bexşdar bi xwe bo binkeyên întizamî telefon dike û tên zarokên me binçav dikin.”

Bi wî awayî hêşta jî kombûna xelkê nerazî yên parêzgeha Xûzistanê her berdewam e û rejîm bi cihê ku daxwazên wan cî bi cî bike, berevajî wan tepeser dike û xelkê nerazî binçav dike û bi wan dide ber gulleyan.