
Kombûnên nerizayetî yên seranserî ya malnişînkiriyên Dabînkirina Cîvakî, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in û li dijî serkomarê rejîmê silogan qîrandin.
Roja Yekşemî 26ê Hezîranê, malnişînkiriyên Dabînkirina Civakî li bajarê Kirmaşan, Ehwaz, Reşt û bajarê Erakê li ber deriyê parêzgariya wan parêzgehan kombûna nerizayetiyên xwe anîn ziman û daxwaza cîbicîkirina daxwazkariyên xwe kirin.
Malnişînkiriyên Dabînkirina Civakî li derheq kêmbûna mûçeyan û rewşa jiyanê û bersivnedana berpirsên rejîmê û herwisa sozên çewt ên berpirsên rejîmê kombûnên nerizayetiyê lidar xistin û li dijî berpirsên rejîmê silodan qîrandin.
Xwenîşanderên nerazî tekez kirin heta cîbicîkirina daxwazkariyên wan dê wan kombûnan bidomînin.