Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetî yên mamostayan li seranserê Îranê bi rê ve çûn

11:51 - 19 Îlon 2021

Mamostayên Îranê li çendîn bajaran de hevdem kombûna nerizayetiyê lidar xistine û daxwaz kirine ku eger daxwazên wan cî bi cî nebîn polên hînkariyê dadixin.

Kombûnên seranserî yên mamostayan di çendîn parêzgehên wekî “Îsfehan, Fars, Elborz, Kohgîlûye û Boyêr Ehmed, Îlam û Xuzistanê de hatine lidarxistin û mamostayan bi siloganên cuda daxwaza mafê xwe kirin û di yek ji siloganên xwe de ragihandine ku eger daxwazên wan neyêne cîbicikirin, wanegotin li polan de radigrin.

Mamostayan daxwaza birêveçûna bernameya rêzbendî ya %80 ya heyeta zanistî kirine; Pêka vê bernameyê ku eger bê cibicîkirinê, %80 a maf û îmkanatên endamên heyeta zanistî ya zanîngehan ku hevpile û hevpêşîneya karî bi wan mamostayan jî bidin.

Ew bernameye li zistana sala derbasbûyî ji aliyê meclêîsa rejîmê ve hatibû pesendkirin lê bi sedema erenekirina hinek hûrdekariyan cîbicîkirina vê ragirtine.

Hevdem hejmarekî berçav ji kedkarên Eselûyê û Petrokîmiya Bender Xumeynî li derheq maf û rewşa karê xwe û sozên çewt ên berpirsan careke din kombûna nerizateiyê lidar xistine.