
Heyamek e di çendîn bajarên Îranê de kombûnên nerizayetiyê bi rê ve diçin û xelkê nerazî bi sedema rewşa heyî têne ser şeqaman û nerizayetiyên xwe nîşan didin.
Pirsgrêka ava bajarê Ehwazê ku heyama çend roj e nehatiye çareserkirin, dîsan şeva Înê, 26ê Hezîranê, xelkê gundê “Um Temîr” a ser bi bajarê Ehwazê bi sedema pirsgrêka nebûna avê hatine ser şeqaman û xwenîşandan kirin.
Xelkê “Um Temîr” bi sedema bêkarî, nebûna îmkanatên hewce, bê avî û qutkirina piştserêhev a berqê, bi hilkirina agiran li ser rêya Ehwaz û Xoremşehrê, xwenîşandan kirin.
Her di vê derheqê de, îro roja Şemî 27`ê Hezîranê, malnişîniyên kompaniya “Folada Îsfehanê” bi sedma “bîmiyên ji karketî ên wan, wekheviya mûçeyên wan û sozên direv ên berpirasên rejîmê” li hemberê avahiya dadgusterî ya Îsfehanê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Xelkê Îranê êdî ti hêviyek wan bi wê rejîma tepesrkar û serkutkar nemaye û hertimî li hember qewil û sozên direv ên berpirsên rejîmê kombûnên nerizayetiyê lidar dixin. Bi wî awayî dibe tev xelkê Îranê bi hev re bêne ser şeqaman û li dijî wê rejîma gendelkar û serkutkar xwenîşandanan bikin.