Kombûnên nerizayetiyê ji aliyê qatên cuda yên civakê di Rojhelatê Kurdistanê û Îranê de berdewam in û her rojê ew kombûn zêdetir û berfirehtir dibin.
Di piraniya bajarên Rojhelatê Kurdistan û Îranê de kombûn û xwenîşandanên nerizayetî ji aliyê qatên cuda yên civakê wekî “Mamosta, Kedkar û Karmendên Dadgusteriyê, xwediyên pişka bûris û…” heymeke zêde ye ku berdewamin û roj bi roj zêdetir û berfirehtir dibin, xelkê nerazî û xwenîşander daxwaza mafên xwe û herwisa heqdestên xwe yên ku bi çendîn mehan paş kevtiye dixwazin an daxwaza zêde kirina heqdesta xwe dikin.
Di bajarên wekî “Îlam, Sine,Kirmaşan,Pawe,Dîwandere, Luristan, Tehran, Erak, Zencan, Şûş, Rêy, Erdebêl, Meşhed, parêzgeha Xûzistan û …” kombûn û xwenîşandan berdewam in.
Berbirs û karbidestên rejîmê û berpirsên kompaniyan bersiva beşa herî zêde ji wan kesên nerazî nedane û mixabin hejmareke zêde jî wan kesan bi sedema daxwazkirina mafên xwe ji kar hatine derxistin.
Rewşa xelkê Îranê bi sedema guhnedana berpirsan roj bi roj dijwartir dibe û rejîm bo çareserkirina pirsgirêkên xelkê ti pêngavekê hilnagire.