Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetiyê ji aliyên qatên cuda yên civakê di Îranê de berdewam e

12:54 - 9 Kanûna pêşîn 2021

Kadrên dermanî yên girêbestî Li nexweşxaneya bajarê “Şîraz”ê li derheq dana nadadperwerane ya heqdestên xwe kombûnek nerizayetiyê lidar xistin.

Roja Çarşemî 17ê Sermawezê, kadrên dermanê yên girêbestî ên nexweşxaneya bajarê “Şîraz”ê li derheq dana nadadperwerane ya heqdestên wan ji aliyê wê nexweşxaneyê ve, kombûnek nerizayetiyê li hevşa Zanîngeha Zanista Pizîşkî ya wî bajarî lidar xistine û daxwaza mafên xwe û damezrandina yekcarî kirine.

Herwisa hatiye belavkirin, tevî ku ti bersivek ji aliyê karbidestên pêwendîdar ve bi wan re nehatiye danê, belkî gef ji wan hatiye xwarinê ku li egera birêvebirina kombûnên nerizayetiyê di derveyê hevşa Zanîngehê de, dê rastî çêkirina dosyeyên hewldan li dijî têkdana ewlehiya netewî bên.

Kombûnên nerizayetiyê çendîn meh in di bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranî ji aliyê qatên cuda yên civakê yên wekî “mamosta, perestar, kadrên dermanî, kedkar, werzêr û… hwd” li derheq rewşa xirab a kar, nedana heqdest, kêmbûna heqdest û nebûna dadperweriyê di kar de têne lidarxistin, û gelek caran tevî nedana ti bersivekê bi wan kesan ku daxwaza mafê xwe dikin, ji aliyê karbidestên rejîmê ve jî têne serkutkirin û heta parek ji wan di bin navê fitineçî de têne binçavkirin.