Bi sedema dijwarbûna rewşa kar, kêmbûn û nedana heqdestên wan û guhnedana berpirsan di bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de kombûnên nerizayetiyê bi rê ve çûne.
Roja Înê 31ê Kanûna Pêşîn 250 kedkarên kompaniya berhemanîna kaşiyan li bajarê “Tewrêzê” li derheq rewşa xiraba karî û kêmbûna heqdestê wan di wê kopmaniyê de kombûnekê nerizayetiyê li darxistin û bi nîşana nerizayetiyê neçûne ser karê xwe.
Berê jî wan kedkaran li derheq kêmbûna heqdesta xwe nerizayetî nîşan dabûn û xwedîkarê wê kompaniyê soza zêdekirina heqdestên wan dabû lê soza wî bi çewt derkevt lewma carek din kedkarên wê kompaniyê kombûna nerizayetiya xwe domandin.
Kombûn û xwenîşandanên cuda yên nerizayetiyê ji aliyê qatên cuda yên civakê ve çend meh in ku berdewam in û piraniya wan nerizayetiyan ji aliyê rejîmê ve têne serkutkirin û bi awayekê neşiyaw bersiva daxwazên wan ên rewa didin û bi her çêwazekê hewla matkirina dengê xelkê nerazî didin.