Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetiyê yên malnişînkiriyan li Îranê berdewam in

18:34 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Çarşemî 22`ê Pûşperê, malnişînkiriyan di çend bajarên Îranê de berdewamî dan bi kombûnên nerizayetiyê yên xwe.

Malnişînkiriyên bajarên weke Kirmaşan, Ehwaz, Şoş û Şûşterê, bi sedema xemsariyên rejîma Îranê yên li derheq kêmbûna heqdest, mayende, pirsgirêkên bîme û rewşa xerab a jiyana wan, li ber derê îdareya Dabînkirina Civakê dest avêtine bi kombûnên nerizayetiyê.

Siloganên nerazîbûnan wiha bûn: “Emê şer bikin, can bidin, lê bindestiyê qebûl nakin. Re`îsî yê direwke ka encama sozên te?. Heger dizek kêm bibe, pirsgirêkên me jî dê çareser bibin. Hem meclis û hem hikûmet, digel xelkê direwan dikin. Hikûmeta zagonşiken dev ji me berde.

Di rojên derbasbûyî de, li pirraniya bajarên Îranê de malnişînkiriyan bi lidarxistina xwenîşandanan, rijiyan li ser şeqaman û bi dana siloganên li dijî rejîma Îranê, nerizayetiya xwe nîşan dan.

Di heyama wan du salan bi sedema bilnidbûna nirxên hewcehiyên jiyanê û paremana heqdestên karmend û betalbûna karxaneyan, jiyan xelkê Îranê jî dijwar bûye û xelkê bi awayek berdewam derdikevin li ser şeqaman û nerazîbûna xwe tînin ziman.