Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnûn nerizayetiyên kedkaran bi rê ve çûn

13:22 - 17 Hezîran 2020

Kedkarên kompaniya “Nêşeker a Heft Tepe” û “Ebniyê Fenî” ya Zagrosê kombûnên nerizayetiyê lidar xistin.

Roja Sêşemî, 16`ê Hezîranê nêzî 800 kedkarên şirketa “Nêşeker a Heft Tepe” li ser rewşa heyî ku bi dewreya xemsariya berpirsan binav kirine û herwisa li ser wernegirtina heqdestên xwe yên 3 mehan û rohnnebûna rewşa xwe ya karî kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.

Kedkarên“Nêşeker a Heft Tepe” ji “Umîd Esedbêygî” ku heqdestên wan yê 3 mehan nedaye û herwisa ew kedkar bîme nekirine, bi dadgehê şikayet kirine û niha kar di kompaniya “Nêşeker a Heft Tepe”yê de rawestaye.

Hewisa li ser wê mijarê, roja Duşemî, 15`ê Hezîranê, kedkarên “Ebniyê Fenî” yên kompaniya rêya hesinî ya “Zagros”ê li derheq paşketina heqdestên wan yê 3 mehan û rexne ji kiryarên pişka teybet dest bi kombûna nerizayetiyê kirine û ji pişka taybet ku çendîn sal e wê kompaniyê bi rê ve dibe, daxwaza rohnkirin li ser kar û herwisa dana wan heqdesta wan ya paşketî kirine.

Herwisa kedkarên Saziya Teknîkî ya “Zagros”ê bas kirine ku çendîn sal e rewşeke serast û rohn ya karkirinê û heqdestê wan nexuyaye û rastî pirsgirêgên cuda tên.

Berpisên bikêrnehatî û herwisa dûr ji zanistê, bi gendeliya malî û paşxistina heqdestê kedkaran ku nanê wan yê şevê ye, tevî wan pirsgirêk û givaşên li ser jiyana xelkê hejar, jiyana wan dijwartir dikin.