Li berdewamiya peyamên pîrozbahiyê yên xelkê Kurdistanê ji bajar û deverên cuda, bi boneya Yûbîla Elmasî ya PDKÎ, ciwan û nûciwanên Hewramanê di 2 peyamên cuda de, 25ê gelawêjê pîrozî PDKÎyê kirin.
Deqa peyaman wiha ne:
Bi boneya 25ê Gelawêjê, 75emîn salvegera avakirina PDKÎ, Partiya hemû qatên civaka Kurdistan, em pirozbahiyê li malbatên serbilind yên şehîdan, hepsiyên siyasî û xelkê Kurdistanê, kadr û pêşmergên têkoşer ên di nav çeperan de dikin ku heya serketina yekcarî, wefadarê rêbaza şehîdan bin û em amade ne ku her erkek bi me re bê spartin cîbecî bikin.
Serbikeve xebata me ya rewa bi rêveberiya PDKÎ
Silavekî bê dawî bi navê neviyên “Mehmûdxanê Dizilî” ve, em peyama pîrozbahiya xwe bi hilkefta 25ê Gelawêj û 75emîn salwegera avakirina PDKÎ, pîrozbahiyê li endamên rêberatiya PDKÎ û hemû kadr û pêşmergên tim amade di çeperan de dikin û peymana wefadariya xwe bo PDKÎ dubare dikin ku heya serketinê em narawestin û rêbaza şehîdan bidomînin û hivîdar in ku Gelawêja îsal bibe nîşana yekgirtinê
Endam û dost û xelkê welatperwer ên gundê “Dizilî”
24ê Gelawêja 1399an a Rojî
14ê Tebaxa 2020an