Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komeke dinê ji xortên şorişvan tevlî refên Pêşmergên Kurdistanê bûn

18:06 - 17 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: komek ji Xortên xwedî seha şoreşvanî, çeka şeref û parastina Kurdistanê, avêtne milê xwe û tevlî refên Pêşmergên Kurdistanê bûn.

Roja Dûşemiyê 25`ê Meha Sermawezê, dewra 240 ya destpêkî ya pêşmerge, bi serkevtiyane dawî pêhat û cêjna tevlî bûna wan xortên xwedî seha şorişvan, têkelî coşa mezin û girseya pîrozkirina roja Pêşmergên Kurdistanê hate kirin.

Merasima 26ê Sermawezê ku bi coşekî mezin birêwe çû,hevdem bo pêşmergên dewra 240 ê 2 cêjn bû.

Li merasimê de rapora perwerdehiyê ji aliyê  Serkevt Dehne Mamostayê Fêrgê we hate xwandin.

Piştî hinge Peyama beşdarên dewra 240 ê ji aliyê Şemal Lacanî yêk ji beşdarên dewra 240 ê we hate xwandin.

Di pareke din ya wê merasimê de, kesên ku di dewrê de, hem li warê Siyasî û hem li warê dîsîplînê serkevtin bi dest anî bûn, ji aliyê Mam Tofîq Elmasî û Osman Mewlanijad  2 ji Pêşmergên dêrîn ve, hatine xelatkirin.