Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsariya Bilind a Mafê Mirov, milîsên Îraqî şermezar kirin

11:16 - 9 Şibat 2020

Komîsariya Mafê Mirov a rêkxistina Netewên yekbûyî, di daxuyaniyekê de, alîgirên Muqteda Sedir û milîsên girêdayî rejîma Îranê di Îraqê de, bi hegera tepeseriya xwenîşanderên wî welatî mehkum kirin.

Komîsariya Mafê Mirovan a “UN”ê tepeserî, kuştar û bêrehmiya xwenîşanderan ji aliyê alîgirên Muqteda Sedr û Heşda Şe`ebî ve, bi tundî şermezar kir û nîgeraniya xwe li derbarê tundûtîjiya di Îraqê de ragihand.

Wê Komîsariyê ragihand, ku tepeseriya xwenîşanderan ji aliyê milîsan ve, eyana lewaziya hikûmeta Îraqê bona parastina canê xwenîşanderan e.

Di daxuyaniyê de hatiye, di demekê de ku xwenîşander li Kerbela û Necef û cihên dinê dikevine ber êrîşa milîsên Sedr, hêzên artêşa Îraqê di wir bûne, lê çi bertekek ji xwe nîşan nedane.