Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya PDKÎ li Amerîkayê di salyada avakirina YNKê de beşdarî kir

17:54 - 5 Hezîran 2022

Piştî nîvroya roja Duşemî 14`ê Cozerdanê, şandek PDKÎ bi serpereştiya berpirsê giştî yê Komîteya PDKÎ li Amerîkayê “Rehîm Reşîdî” li ser bangkirina fermî ya YNKê, di rêûresma 47emîn sala avakirina YNK beşdarî kir û bi awayekî gerim, ji aliyê berpirsên YNK ê ve pêşewazî li wan hat kirin.

Şanda PDKÎ tevî pêşkêşkirina deste gulê, hevdem peyama pîrozbahiya PDKÎ yê jî pêşkêş kirin.

Di beşek din de, peyama pîrozbahiya Komîteya PDKÎ hat pêşkêşkirin. Herwiha di beşek ji vê peyamê de hatiye: “PDKÎ û Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê peywendiyek kevnar û dostane bihevre hene, lewma bi hewce dizanin ku di wê boneyê de tevî pîrozbahiya dubare, pêdegirî li ser berdewambûna peywendiyên dostane yên herdû aliyan dikin û hêviya me eve ku ev vebîranîn bibe hêvîna aramî, wekhevî û hevsoziya zêdetir a di navbera xortên neteweya me de.

Komîteya PDKÎ û YNKê di kêlega birêveçûna vê rêûresmê de, digel piraniya nûnerên partî û rêkxirawên Kurdistanî yên amadebûyî, li ser rewşa Kurdistan û deverê gengeşe kirin û herwisa li ser peywendiyên du alî pêdegirî kirin.

Di wê rêûresmê de nûnerên hemû partiyên amadebûyî di wê rêûresmê de, li derheq siayset û pêgeha dîrokiya PDKÎyê raman xwe bas kirin.