Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya PDKÎ li Amerîkayê li bajarê “Washington” ê kombûneke nerizayetiyê lidar xist

11:51 - 25 Kanûna pêşîn 2021

Roja Pêncşemî 23ê Kanûna Pêşîn, Komîteya PDKÎ li Amerîkayê bo nîşandana nerîzayetiya xwe li derheq îdamkirina şehîd “Heyder Qurbanî” li ber deriyê Wezareta Derve ya Amerîkayê bi beşdariya endam, alîgir û dilsozên PDKÎ li Amerîkayê û herwisa beşdariya aliyên siyasiyên Kurdistanê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û tevî şermezarkirina îdamkirin a şehîd “Heyder Qurbanî” nameyek a nerizayetiyê li derheq tawanên rejîma Îslamiya Îranê radestî Wezareta Derve ya Amerîkayê kirin.

Komîteya PDKÎ li Amerîkayê di dawiya kombûna nerizzayetiyê de daxuyaniyek belav kir

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Em wekî Komîteya PDKÎ li Amerîkayê spasiya wan hevrê û têkoşer û dilsozên partiya xwe dikin ku bi şiyana xwe beşdarê vî kombûnê bûne û pêzanîna xwe pêşkêşî tev beşdarbûyên rêzdar û nûnerên tev aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin ku beşdarê wê kombûnê bûne û daxwaz dikin ku di paşerojê de bi yekrêzî û yekîtiya tev aliyên siyasiyên Kurdistanê li dijî rejîma Îranê û dujminên gel û niştiman bisekinin.

Rihê şehîdan şa û doza wan berdewam be.