Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya PDKÎ li Rojavayê “Kanada”yê roja Şehîdên Kurdistanê bi bilind ragirt

13:05 - 5 Nîsan 2022

Roja Yekşemî 14ê Xakelêwe Komîteya PDKÎ li Rojavayê welatê “Kanada”yê rêûresimek taybet bi roja Şehîdên Kurdistanê bi rê ve bir.

 Rêûresim bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdên Kurdistanê dest pêkir.

Piştire birêveberê rêûresimê “Kiyûmeris Beygî” bixêrhatina mêvan, malbatên şehîdan, endam û alîgirên PDKÎ bo wê rêûresmê kir.

Piştre peyama komîteya PDKÎ ji aliyê Perpirsê komîteyê “Seidî Ebdî” hate pêşkêşkirin û herwisa navbirî bas ji armanca diyarîkirina wê rojî wekî “Roja Şehîdên Kurdistanê” kir.

Piştre helbestek ji aliyê “Tela Xweşkelam” pêkêşî beşdarbûyên rêûresmê hate kirin.

Di beşek din a vê rêûresmê de çendîn peyam ku ji aliyê Partiyên Kurdistanî û rêkxiravên Kurdî yên beşdarî wê rêûresimê hatine pêkêşkirin.

herwisa “Îsmaîl Îbrahîmî” li ser jiyan û xebata “Pêşewa Qazî Mihemed” babetek pêkeşî beşdarbûyan kir.

Di beşek din a wê rêûresmê de “Suhrab Kerîmî” liderheq netewîbûna rêbaza “Qazî Mihemed” û Hizba Demokratê gotarek pêşkêş kir.

Di beşa dawiyê de kurte vîdyoyek ku ji aliyê beşa ragihandina komîteya PDKÎyê ve hatinû amadekirin, pêşkêşî beşdarbûyan hate kirin.