Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya PDKÎ li welatê “Birîtaniya”yê êrîşên rejîma Îranê şermizar kir

13:23 - 13 Îlon 2021

Komîteya PDKÎ li welatê “Birîtaniya”yê li derheq êrîşên rejîma Îranê bo ser deverên çiyayî yên Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kombûneke nerizayetiyê li darxistin û ew êrîş şermizar kirin.

Roja Yêkşemî 12ê Îlonê Komîteya PDKÎ li welatê “Birîtaniya”yê di gel aliyê din yê Demokratê û bi beşdariya endamên Partiya “Xelkê Belûçistan”ê li ber deriyê balyozxaneya rejîma Îranê li wî welatî, kombûneke nerizayrtiyê li derheq êrîşên rejîma Îranê bo ser deverên çiyayî yên Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li darxistin û ew kiriyarên rejîma Îranê şermizar kirin.

Kombûna nerizayetî bi sirûda “Ey Reqîb” û xulekek bê dengî bo rêzgiritin ji rihê paqijê şehîdan dest pêkir û piştre peyama “Navenda Hevkariya Partiyên Kurd li Kurdistana Îranê” ji aliyê Berpirsê komîteya “Birîtaniyayê” “Ferîd Dêyhîm” ve hate pêşkeşkirin.

Herwisa di berdewamiyê de peyama “Kongireya Neteweyên Îranê” ji aliyê endamê Partiya “Xelkê Belûçistanê” “Rehîm Bendoyî” ve hate pêşkeşkirin.

Di dawiya kombûnê de silogan bi zimnanên Kurdî,Farsî û Îngilîsî li dijî rejîma Îslamiya Îranê hatine dan.