Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya PDKÎ ya li Sûîsê di salvegera koça dawî ya Dr. “Nûredîn Zaza” de beşdarî kir

17:03 - 10 Çirriya pêşîn 2020

Komîteya PDKî ya li welatê “Sûîs”ê di rêûresma 32emîn salvegera koça dawî ya Dr. “Nûredîn Zaza” avakerê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê “PDK-S” de beşdarî kir.

Roja Çarşemî, 7ê Çirriya Pêşîn, “Omîd Cehangîrî” bi nûneratiya Komîteya PDKÎ li Swîsê, li ser banghêjiya fermî ya PDK-S, li salvegera koça dawî ya Dr. “Nûredîn Zaza” di goristana bajarê “Lozan”ê de beşdarî kiribû.

“Omîd Cehangîrî” di wê rêûresmê de, peyama PDKÎ pêşkêşî amadebûyan kir ku pêk hatibû ji xebata rewa ya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û hevxemî û hevderdî digel PDK-S û herwisa malbata “Dr. Nûredîn Zaza”.