Roja Pêncşemî 26`ê Sermawezê komîteya Soran a PDKÎ li bajarê Soran a ser bi Herêma Kurdistanê bi hilkefta 26`ê Sermawezê rêûresmek lidar xist.
Despêka wê rêûresmê, xulek bo rêzgirtin li canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê sekînandin.
Piştre Ramîn Umerzade, Berpirsê Komîteya Soran a PDKÎ li bajarê Soranê, çend gotinek li ser roja Pêşmergê Kurdistanê û sedema rêkxistina wê rêûresmê bo amadebûyan kir.
Paşê Fetulah Xubayî, Fermandê Hêza 115 a Hêza Pêşmergê Kurdistanê, çend gotinek derheq pêşmerge û rola pêşmerge li xebata netewayetî li Rojhilatê Kurdistanê pêşkêşê amadebûyan kir.
Piştre Selam Girdesorî û Samrend Zagiros her yek ji wan pexşanek derheq pêşmerge û roja 26`ê Sermawezê pêşkêşê amadebûan kirin.
Di dawiyê de, hin rêzlênan wek rêzek bo xebat û têkoşîna hin hevalên pêşmerge hate danê û herwisa hin ji endamên PDKÎ ku hevkariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê kiribûn rêz ji wan jî hate girtin.