Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya “Zagiros”ê bi hilkefta 8ê Marsê semînarek lidar xist

12:41 - 8 Adar 2022

Bi hilkefta 8ê “March”ê roja cîhaniya Jinan, komîteya Zagrosê bi hevkariya rêxirawa Rewşenbîriya “Koy”ê semînarek lidar xistin.

Roja Duşemî 16ê Reşemê, semînarek bi hilkefta 8ê “March” roja cîhaniya jinan ji aliyê komîteya “Zagros”ê û bi hevkariya rêkxirawa “Rewşenbîriya Koyê” û bi beşdariya Dr.“Hoşmend Şêxanî” Pirofîsorê yarîder li zanîngeha Koyê” û Endamên Rêberiya PDKÎ hate lidarxistin.

Ew semînare bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û xulek bêdengî bo rêzgirtin ji bo canê paqij ê şehîdan hate destpêkirin.

Piştire “Kinêre Mêhfer” li ser dîroka roja cîhaniya jinan basek pêşkeşê amadebûyan kir.

Herwisa paşê Dr. “Hoşmend Şêxanî” gotarek li derheq rola jinên Rojhilatê Kurdistanê di xebata çekdarî û siyasî de pêşkeşê amedabûyan kir.

Piştire gulên sor pêşkeşê jinên nava şoreşê hate kirin.