Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteyên PDKÎ li ”Sweden” serdana malbatên şehîdan kirin

13:43 - 1 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Komîteya PDKÎ li bajarên welatê ”Sweden” serdana malbatên şehîdan kirin û digel rêbaza şehîdan peyman nûkirin.

Roja Şemî û Yekşemî, 10 û 11`ê Xakelêweyê, şandeke komîteya PDKÎ li  ”Eskilstuna” bi serperestiya ”Hebîb Behramî”, berpisê komîteya hizbê di vî  bajarî de,  serdana malbatên şehîdên ku di vî bajarî de akincîne kir.

Herwisa di vê serdanê de, lewh û deste gulek bo rêzgirtin pêşkêşî malbatên şehîdankirin û hevdem soz û peymana xwe digel xwîn û rêbaza pak a şehîdên Kurdistanê nûkirin.

Her di vê pêwediyê de, roja Yekşemî 11`ê Xakelêweyê,  komîteya PDKÎ li bajarê ” Linköping” bi serperestiya ”Hetem Elyasî” berpirsê komîteya wî bajarî, bi merema bilindragiritin û rêzgirtin li malbatên şehîdan, serdana malbatên çend şehîdên hizbê kirin û lewha rêzgirtinê pêşkêşî van kirin.

Herwisa malbatên şehîdan bi boneya vê serdanê keyxweşiya xwe nîşandan û spasiya komîteya hizbê li bajarê ”Linköping” bo vê serdanê kirin.