Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komkujiya Helebçê trajêdiyek mirovî

16:09 - 16 Adar 2022

Kîmiyabarana xelkê bajarê Helebçê li 16ê Adara sala 1988an, ji aliyê rejîma Be`is ve, trajêdî û cinayetek bû ku dujminên Kurdan bo xwe bi rewa dibînin.

Şerê di navbera rejîma Îslamiya Îranê û rejîma Be`isa Îraqê tevî kawilkirina Kurdistanê trajêdiyên cergbir li pey xwe anîn, trajêdiya mirovî ya Enfalê û herwisa kîmiyabarana Helebçê li 16ê Adara sala 1988an birînek kur û xisarek bê veger li xelkê Kurdistanê da.

Rojhilat û Başûrê Kurdistana ku meydana şerê Îran û Îraqê bû, hêj ji paşmaweyên wî şerî rizgar nebûye û Enfal, kîmiyabarana Helebçê ku bi “Hîroşîmaya Kurdistan”ê hatiye navdêrkirin birînên kûr li ser hundirê Kurd e û hêj dişewite û janek berdewam e.

Di kîmiyabarana Helebçê de zêdetir ji 5 hezar kes şehîd bûn û bi 10an hezar kes jehrî bûn ku beşek ji wan heta dawiya jiyana xwe ji paşhatên wê jehrê rizgar nebûne û xelkê rizgarbûyî jî rastî şêrpence û nexweşiyên bê çareser hatin.

 “Sedam Husên” û “Elî Husên Ebdulmecîd” naskirî bi “Elî Kîmiyayî”, cinayeta kîmiyabaranê helebçê encam dan û rejîma Îranê li rakêşana şer bo nav bajarê Helebçê, tawanbar e.