Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kompaniya “Adidas”ê, rejîma Îranê xiste nav rêzbenda dorpêçên aborî de

18:36 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Kompaniya “Adidas” ku tiştên werzişê berhev dike, rejîma Îranê ji rêzbenda xwe  ya firotina tiştên werzişî derxist, û bi awayê fermî xiste nav rêzbenda dorpêçên aborî de.

Li gorî raporên belavbûyî, li heyama nêzîkbûna pejirandina dubare ya dorpêçên aborî yên li dijî rejîma Îranê, kompaniya “Adidasê”, ku tiştên werzişê berhev dike, û markeke cîhanî ye, rejîma Îranê li lîsteya xwe ya firotina tiştên werzişî  yên xwe de derxistiye, û bi awayê fermî ev xiste nav lîsteya dorpêçên aborî de.

Malpera vê kompaniyayê Almanî ye ku, bi zimanên cuda yên cîhanê xizmeta moşteriyên xwe dike, û di beşa “Personalize” de navê rejîma Îranê derxistiye.

Piştî vê ku Amerîka li Bercamê vekişiya,  desteyek dorpêçên aborî yên nû li dijî rejîma Îranê pejirand, û herwisa “John Bolton” jî tekez kiriye ku, siyasetên pejirandina dorpêçên aborî yên li dijî vê rejîmê bilez tên encamdan.

Hevdem “Steven Mnuchin” Wezîrê Xezînedarî yê Amerîkayê li rekevta 19`ê Cozerdana 1397`an, derheqê pejirandina dorpêçên aborî de bas ji vê kir ku, li sê demên destnîşankirî de, wate 3 heyanî 6 mehan, dorpêçên aborî li dijî rejîma Îranê têne cîbicîkirin.

Amerîka biryar daye ku, li rêkevta 14`ê Gelawêja îsal de, desteyeke nû ji dorpêçên aborî li dijî rejîma Îranê cîbicî bike.

Piştî vekişiyana Amerîkayê ji Bercamê, heyanî niha çendîn kompaniya û navendên bazerganî û pîşeyî ji Îranê vekişiyane.