Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kompaniya Bîme ya “Norwayê”: Kiryarên terorîstî yên “El-Fecîre” destê Spaha Pasdaran tê de hebûye

12:41 - 18 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Kompaniya Bîmekirinê ya “Îtaliana” û Kompaniya Bîme ya “Norwayê” dane zanîn ku, ew kiryarên terorîstî yên “El-Fecîre” destê Saziya Spaha Pasdaran a terorîst têde hebûye.” 

Li gorî Ajansa Nûçegihaniya ”Reuters” roja 27`ê Banemera 1398`an ku daye xuyakirin, li gorî lêkolînên kompaniya Bîmeya “Norwayê” li ser kiryarên terorîstî yên “El-Fecîre” ku di heyama çend rojên derbasbûyî de hatibû encamdan, Saziya Spaha Pasdaran a terrorist û girûpên girêdaiy wê saziya terorîstî dest tê de hebûne.

Herwisa kompaniya Bîmekirinê ya “Îtalianayê” û Kompaniya Bîmeyê ya“Norwayê” ya bi navê “DNK” di raporên xwe de dane zanîn ku, texmîn têkirin, ew êrîşên li dijî Gemiyan ku ji aliyê rêya dûr ve hatine kontrolkirin û piştre jî, ji aliyê Gemiya bin avê ya bê ajotvan ku ji nêzîkê 30 heya 50 KG madeya teqînê hilgirtiye hatine encamp dan.

Pêka vê raporê, derbaziya Spaha Pasdaran a terrorist vê yekê nîşnan dide ku, berê jî alavên şer yên wiha ji Husiyên terorîstî yên Yemenê re dabûn ku, gemiyên bin avê dikarin bi “Gpsê” bi zelalî armancên xwe bipêkin, yan jî ew madeyên teqînê ku di wê gemiyê de û  di gel madeya berê ku Husiyên terorîstî bikar anîne, û herwisa Spaha Pasdaran a terorîst gefên wiha dixwarin ku êrîşên w ê êrîşên wiha encamp bidin, û  texmîn tê lêdan ku, kiryarên wiha yên terorîstî ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîste ve hatibe encamdan.

Îmarat (UAE), Erebîstana Se`ûdî û Norway, vekolînên xwe yên derheq wê kiryara terorîstî de berdewam dikin.

Roja Yekşemî 22`ê Banemera 1398`an, Wezareta Derve ya Îmaratê da xuyakirin ku, 4 gemiyên bazirganî li nêzîkî berlêvên avê ya “El-Fecîre” di nav avên navneteweyî yên Deryaya Omanê, rastî kiryarên terorîstî hatine.

Her di vê derheqê de jî, Wezîrê nefta Erebistanê “Xalid Felah” di daxuyaniyekî de dazanîn ku, 2 neftkêşên Erebîstanê li devera taybet ya Îmarata Erebî, rastî kiryarên terorîstî hatine û ew kiryarên terorîstî li nêzîkî berlêvên bendera Fecîre di demekê de rûydane ku, ew neftkêşene ber bi kendavê diçûn.