Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kompaniya “Honda” girêbesta xwe bi Îranê re hilweşand

11:43 - 30 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Kompaniya “Honda” ya Kureya Başûr ragehand ku ew nikare bi Îranê re vê girêbesta xwe ya avakirina komgeha petroşîmiyê berdewam bike.

Li gora raporên ku belav bûne, Kompaniya Hunda ya Kureya Başûr roja Duşemiyê ragehand ku wan girêbesta 521 milyon Dolarî ya xwe bi Îranê re hilweşand, jiber ku rejîma Îranê nikare bi sedema dorpêçan pere  bide vê kompaniyayê.  

Biryara dorpêçan li ser nefta rejîma Îranê roja 13`ê Xezelwerê tê îmzekirin, û roja piştre dikeve qonax û dewra cîbicîkirinê de. Armanca wê jî, zextxistina herî zêde ye li ser rejîma Îranê, da ku teslîmî xwestekên Amerîkayê be, û wan 12 xalan cîbicî bike ku Amerîkayê bo vê rejîmê danîne.

Herçend ku hinek welat dixwazin berdewam bin li ser pêwendiya bi Îranê re, lê karnasên ware aboriyê, li ser vê baweriyê ne ku piştî sepandina dorpêçan hewlesta hinek ji wan wê bê guherîn, jiber ku ew nikarin li hemberî dorpêçên Amerîkayê de xwe ragirin.   

Yek ji wan welatan Çîn e. Rojnameya “Washington Times”ê nivîsandiye:  Çîn hêdî-hêdî yekem nîşaneyên teslîmbûna xwe li hemberî kempeyna zexta Trump bona ragirtina kirîna nefta Îranê nîşan dide.

Ew rojname di domê de, îşare dike bi paşekêşeya banka herî serekî a Çînê, ji danûstandina bi hikûmeta Îranê re, û ragirtina danûstandina bi Îranê re, ji aliyê parzîngeha dewletî ya vî welatî.

Çînê soz daye tehrîmên nû ên Amerîkayê binpê bike, lê vê heftiyê banka Sadirat û dabînkirina malî ya Çînê, û mezintirîn parzîngeha dewletî ya vî welatî ragehadin ku, wan ji pêwendiyên ticarî bi Îranê re paşekêşê kiriye.