Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kompaniya nefta Îranê bi dana 607 milyon Dolar hate cezadan

11:22 - 29 Îlon 2021

Kompaniya Nefta “Dana Gaz” a Îmaratê ragihandiye ku li dosyeyekê de kompaniya nefta Îranê hatiye cezadan ku 607 milyon Dolar bi wê kompaniya Îmaratê bide.

Pirsgirêka li wê dosyê wedigere ser girêbesta kirîn û firotina gazê bo heyama 25 salan ku li navbera kompaniya “Kirêsênt Pêtroliyom” (Crescent Petroleum) a kompaniya “Dana Gaz” a Îmaratê digel kompaniya nefta Îranê hatibû wajokirin, lê kompaniya Nefta Îranê sozên xwe ên li wê girêbestê bi cih neaniye; Lewma di dadgehê de mehkûm bi dana 607 milyon Dolar bi wê kompaniya Îmaratî bûye .

Kompaniya nefta Îranê heta niha ti bertekek li derheq wê biryara dadgehê nîşan nedaye, lê heyamek berî niha, Wezîrê berê yê Nefta rejîma Îranê “Bîjen Zengene” gotibû: “Dosyeya Kirêsênt hêj vekiriye û pêka beravirdan divê di meha “September”ê de biriyara yekem li ser bidin”.

Cezaya nexdî ya 607 milyon Dolarî ya 8 salên destpêkî ya wê girêbestê ye û cezaya gelek mezintir ya 16 salên din a wê girêbestê, di meha “October”a sala 2022 de li bajarê Parîsê bi rê ve here û hukmê cezaya kompaniya Îranê dê di sala 2023an de bê dan.