
Kurdistanmedia: Kompaniya Rûsiyê ya bi navê “TVEL”, karê xwe di navenda etomî ya “Fordo”ê de ragirt.
Pêka nûçên belavbûyî, roja Pêncşemî, 14`ê Sermawezê, kompaniya “TVEL” a girêdayê kompaniya “Rûs Etom” a Rûsiyê karê berhemanîna “Îzotopên rawestayî” di navenda etomiya Fordoyê de, ragirt.
Piştî destpêkirina meyandina Uraniyomê di navnda etomiya Fordoyê de, karê berhemanîna Îzotopên rawestayî rastî pisgirêkan hat û hate ragirtinê.
Kompaniya “TVEL” a Rûsiyê ragihand: “Meyandina Uraniyomê û berhemanîna Îzotopên rawestayî hevdem nabe di yek cihê de bê kirinê”.
Rejîma Îranê bi hewlên micid bo meyandina zêde a Uraniyomê, hemû hewlên xwe dide ku, binkeya etomî ya Fordoyê ku yekek ji binkeyên girîng yên etomiya Îranê ye, bo amaca bidestveanîna çekên etomî tê bikaranîn.