Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kompaniya “Silîkon Mital” a bajarê Birûcêrdê bi sedema nebûna dahatê hate daxistin

17:52 - 11 Gulan 2022

Kompaniya “Silîkon Mital” a bajarê Birûcêrdê ya girêdayî parêzgeha Luristanê ku wekî 6emîn kompaniya Silîkon li cîhanê tê nasîn, bi sedema naberpirsayetiya berpirsên rejîma Îranê hate daxistin.

Ew kompaniya li sala 1388an di 5 fazan de çû warê cîbicîkirinê û pêka sozên berpirsên pêwendîdar, divêya li sala 1391an bigihiba asta berhemanînê ku 5 salan paş dikeve.

Piştî 4 sal berhemanînê, bi sedema nebûna xizmetkariyên bankî û nebûna dahata hewce di niha de hatiye daxistin û bi vê sedemê, zêdetir ji 200 kedkaran bêkar bûne.

Kedkarên wê kompaniyayê bê vê ku bîmeya bêkariyê bo wan bê terxankirin, bi giştî li ser kar hatine derxistin û ti kes nîne ku bersiva bêkarî û rewşa xirab a jiyana wan kedkaran bide.