
Kompaniya şîrê Îlamê bi sedema nebûna bûdceya hewce bi yekcarî hatiye dayxistin û 50 kedkarên wê kompqaniyê bêkar mane û ew kompaniya tê firotin.
Xwediyê kompaniya Şîrê Îlamê gotiye ku bi sedema nebûna bûdceya hewce û piştevanînekirina berpirsan bo dabînkirina şîrê hewce û guhnedana berpirsan bi pirsgirêkên wê kompaniyê bi neçarî kompaniya şîrê Îlamê bo yekcarî hatiye dayxistin.
Herwisa xwediyê kompaniya şîr gotiye ku pirsgirêka din ya wê kompaniyê dabînnebûna şîrê pîşeyî ye ku bi tenê li ajeldariya “Eyvan”ê de heye û berpirsên parêzgehê ti hevkariyek bo dana şîrê wê ajeldariyê bo kompaniya şîr nekirine û ew alîkarînekirina berpirsên parêzgehê di halekê de ye ku di parêzgeha Îlamê de salane 100 hezar ton şîr tê berhemanîn.
Xwediyê kompaniyê gotiye ku piştî 2 salan û çaresernebûna wan pirsgirêkan, kompaniya şîr bi yekcarî hate dayxistin.
Gendeliya berpirsên rejîmê roj bi roj rewşa pîşe di Îranê de xirabtir dike û her rojê kargeh an kompaniyeke pîşeyî di Îranê de tê dayxistin û kedkarên wê bêkar dimînin û sozên rejîma Îranê ji berê ve heta niha bo çareserkirina pirsgirêkên, pîşe, berhemanîn û xweşbijîviya xelkê bi tevahî bi çewt derketine.