Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kompaniya Totalê dev ji Parsa Başûr berda

18:16 - 23 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîma Îranê bas ji vê yekê dikin ku kompaniya “Total” di demekê de dev ji Parsa Başûr berdide ku, tu karek ji bo pêşkevtina Faza 11 a Parsa Başûr encam nedaye.

Li gorî raporta malpera “Xanêyê Millet”, “Bîjen Zengene” Wezîrê Nefta rejîma Îranê ragehandiye ku:

“Kompaniya Totalê bi awayê fermî ji girêbest û karkirina di pirojeya (Parsa Başûr) de vekişiyaye û ev zêdeyî du mehan e  ragehandiye wê ji Îranê derbikeve”.

Rojanmeya “Meşriq” a girêdayî rejîma Îranê, vekişiyana kompaniya “Totalê” wekî bidawîhatina fîlmeke “biêş û azar” hesibandiye: Di hemen demê de Wezîrê Nefta rejîma Îranê îşare bi vê yekê jî kiriye ku ev li pey amadekirina alternatîvekê ji bo kompaniya “Total”ê di pirojeya Parsa Başûrê Îranê de ne.

Di demên berê de jî, “Patrick Pouyanné” birêveberê kompaniya “Total”ê gotibû ku: “Xuya nîne ku dewleta Amerîkayê bersiveke pozetîv bide wê daxwaza me, û çavên xwe li ser kompaniya “Total”ê de bigire û dorpêçên aborî nexîne ser me, yan jî na?. Lê egera bersivdana negatîv a Amerîkayê ji bo me heye, û em neçar in çalakiyên aborî yên xwe  li Îranê qut bikin, û dev ji wî welatî berdin”.

Kompaniya “Total”ê yek ji van 8 kompaniyayên mezin ê cîhanê ye ku li sala 1924`an, ji aliyê “Ernest Mercier” ve hatiye avakirin û di warên berhemanîna neft û gaz, berhemanîna elektirîk, veguhastina neftê, parzîngeh, peydakirina bazarê bo nefta xav û gaza xwezayî de çalak e.

Kompaniya “Total”ê heya niha nêzîkî 40 milyon “Euro” di pirojeya mezin a enerjiyê di deverên Başûrê Îranê de xerc kiriye, û bi vekişiyana yekcarî ji Îranê, û hilweşandina girêbestan, valahiyeke mezin di warê neft, gaz û enerjiyê li pirojeyên Îranê de pêk tê.